Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA ROLA JINÊ DI DESTEYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û EKOLOJÎ BI RÊVE DIÇE

LÎLAV ELÎ - NÛÇEGIHANA ROJAVA TV - HESEKÊ

Îroj di bin dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Re, Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” komxebata jin û rola wê di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Kongra Star û Koordînasyona jin ya Rêveberiya Xweser Her wiha Jinolojî lidar ket.

Komxebat li hola Şeto ya li bajarê Hesekê bi beşdarbûna jinên di saziyên Rêveberiya Xweser her wiha partî, tevger û rêxistinên jinan pêk hat.

Komxebat bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpê kir piştre Hevseroka Desteya Herêmî û Ekolojîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Metlî axivî û lidarxistina vê komxebatê di demeke hestiyar de pîroz kir.

Her wiha Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitîya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif got Ev dem dema ku Jin hêz û rola xwe di her qadên avakirina civak û herêma xwe de derxe pêş û teqez kir ku tevahî şaredariyên herêmê bi pêşengbûna jinên herêmê hat avakirin lewma pêçwîst e jin rêxistinênbûna xwe hê xurttir bike û serkeftin ji jinên herêmê re xwest