Kanala ROJAVA TV

FESTÎVALA WÊJE Û HUNERA JINÊ DI ROJA 2’EMÎN DE RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERM TÊ

Festîvala 8’emîn a wêje û hunerê ya jinê, di roja 2’emîn de li bajarê Qamişlo rastî pêşwaziyeke germ tê.

Beşdarên festîvalê tekez dikin ku çalakiyên bi vî rengî, rê li pêşiya wan vedike ku berhemên xwe bi civakê bidin naskirin û behreyên xwe bi pêş bixînin.

Di bin dirûşmeya ” bi çanda Jin Jiyan Azadî, em ê hunera şoreşê birêsin” desteya çand û hunerê ya Herêma Cizîrê, duh festîvala wêje û hunera jinê ya 8’emîn li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di festîvalê de zêdetirî 100 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşandana berhemên xwe yên cur be cur beşdar in.

Ji bilî pêşandana berheman, çalakiyên wêjeyî yên weke xwendina helbestan û danasîna keresteyên folkkorî jî cihê xwe digrin.

Beşdarên festîvalê dibêjin, lidarxistina festîvalên weha rê li pêşiya wan vedike ku berhemên xwe bi civakê bidin naskirin û hêza jinan a afirîneriyê raxin ber çavan.

Lidarxistina vê festîvalê di demekê de tê ku 8’ê adarê roja jinan a cîhanî nêzîk bûye û amadekarên festîvalê armanc dikin ku rastî û reseniya jinan a ji hêla hêzên desthilatdar ve hatiye binpêkirin, vejîn bikin.