Li rojavayê bajarê Qamişlo agir bi kargeha tenerê ket, di encamê de 3 karkerên jin birîndar bûn.
Li rojavayê Qamişlo agir bi kargeha tenerê ya li pişt fêlat Çerkîn ket, di encamê de 3 karkerên jin birîndar bûn û zirarên madî çêbûn. Lê sedemên şewatê nehat zanîn.
Komên agirkujiyê agir vemirandin û birîndar rakirin nexweşxaneya Rehmê.