LI BAJARÊ QAMIŞLO 8’EMÎN FESTÎVALA WÊJE Û HUNERA JIN HATE LI DARXISTIN
RÛKEN MIHEMED- RÊVEBIRA TEVGERA KEVANA ZÊRÎN A KANTONA QAMILŞLO BOTAN HOŞÊ- ENDAMA KOMÎTEYA AMADEKAR A FESTÎVALÊ
Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê îro li ser asta bakûr û rojhilatê sûriyê 8’emîn festîvala wêje û hunera jinê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Festîval dê bi pêşandana çîrok û helbest , huner û karê destan ên jinan 2 rojan dewam bike.
bi dirûşma ” bi çanda Jin Jiyan Azadî, em ê hunera şoreşê birêsin” 8’emîn festîvala wêje û hunera jinê li bajarê Qamişlo hate li darxistin.
festîval ji aliyê Desteya Çand û Huner a herêma Cizîrê ve bi beşdariya 100 jinan li ser asta bakûr û rojhilatê sûriyê hate sazkirin.
li gorî komîteya amadekar Festîvala wêje û hunera jinê dê 2 rojan dewam bike…Di van 2 rojan de dê pirogramên wêjeya jin werin pêşkêşkirin.
Rêvebira tevgera kevana zêrîn a kantona Qamişlo Rûken Mihemed diyar kir ku Armanca wan ji festîvalê danasîna huner û wêjeya jin e.
li aliyekî din jî Endama Komîteya amadekar a festîvala wêje û hunera jin Botan Hoşê got, dê jin bi kerên xwe yên destan beşdarî festîvalê bibin .
Di pirograma festîvala 8’emîn a wêje û hunera jin de dê çîrok û helbest bi zimanê kurdî, erebî û suriyanî werin xwendin, li aliyekî din dê mûzîk û şano jî werin pêşkêşkirin.