Kanala ROJAVA TV

3 SAL DI SER KOÇA DAWÎ YA MÎRÊ BIZQÊ RE DERBAS DIBIN

Îro sê sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd yê deng nemir Seîd Yûsif re derbas dibin.

Di derbarê mijarê de hevjîna wî Emîra Melul ji RojavaTV re got, her dem banga Seîd Yûsif  yekitîya gelê Kurd bû.

Piştî sê salan ji koça wî ya dawî, hîna deng û awazên Seîd Yûsif di odeya mala wî de vedeng dide.

Hunermend Seîd Yûsif her dem di jiyana xwe de ji bo pêşxistina çand û hunera Kurdî xebitî ye û di demekê de ku desthilata Hikumeta Şamê rênedida Kurd li herêmê bêjin em Kurd in, wî stranên xwe bi zimanê Kurdî dinivîsand û vedigot.

Hevjîna Hunermend Seîd Yûsif, Emîra Melul ji RojavaTV re axivî û got, ti carî siyasetên Hikumeta Şamê li pêş Seîd Yûsif nebû asteng.

Her wiha Emîra Melûl teqez kir ku her dem bang Seîd Yûsif yekitîya gelê Kurd bû.

mîrê bizqê Seîd Yûsif 10’ê Nîsana sala 1947 li bajarê Qamişlo ji dayîk bû û di 26ê Sibata sala 2020an de, di encama nexweşiyê de li Istenbolê jiyana xwe ji dest da, lê ew bi deng û awazên xwe di dilê hemû hezkiriyên xwe de hê jî jiyan dike