Kanala ROJAVA TV

JI BER NE BI RÊK Û PÊK AVAKIRINA AVAHIYAN XELKÊN BAJARÊ QAMIŞLO BI GAZININ

Xelkên bajarê Qamişlo têkildarî metirsya Hilweşîna avahiyan ji ber Erdhejî ji rojava tv re axivîn û bang  li tevahî Endezyar û Karkerên Avahiyan kirin ku Karê xwe bi rêk û pêk û bi zagonên zanistî  pêk bînin .

Di 6 ê sibatê de li Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pîvana 7.8 rû da û pêlên wê li gelek herêmên Tirkiyê û Sûriyê belav bûn. Di encamê de bi hezaran qurbanî li dû xwe hiştin û heta niha gelek cenaze di bin kavilan de ne .

Li gorî endezyaran ji ber ku avhî ne bi rengekî rêk û pêk  têne avakirin, ji ber Erdhejê bandor li wan têne kirin .

xelkên bajarê Qamişlo gotin ku Nebaş avakirina avahiyan jiyana gel dixin xeteriyê de .

her wiha bang li tevahî Endezyar û Karkerên Avahiyan kirin ku Karê xwe bi rêk û pêk.

li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê ji bo şopandina Rewaşa Avahiyan Komîteyêên Endezyariyê hatine avakirin .

li qamişlo jî Endezyar Zekî Sadiq Seado behsa xebatên vê komîteyê kir.

Di 20 Vê mehê de jî careke din Li navçeya Defne ya Hatayê du erdhej çêbûn, ya yekem bi pileya 6,4 û ya duyem jî bi pileya 5,8 bû.

Erdhejên çêbûn li Sûrî, Misir û Lubnanê hatin hîskirin.