Kanala ROJAVA TV

NÎHAL ÎSA: ALÎKARÎ JI ALIYÊ RÊVEBERIYA XWESER VE HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN

NÎHAL ÎSA - HEVSEROKA KAMPA BERXWEDAN YA LI KANTONA ŞEHBAYÊ

Hevseroka kampa Berxwedan ya li kantona Şehbayê, Nîhal Îsa ji Rojava TV re behsa alîkariyên ku ji aliyê rêveberiya xweser ve ji sivîlên ji ber erdhejê hatine kampa berxwedan kir

Ji ber erdheja ku 6’ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê û Sûriyê rû da, zêdeyî 2 hezar û 500 kes ji Helebê bi taybet xelkên taxên Şêxmeqsd û Eşrefiyê berê xwe dan kantona Şehba. Li kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn, Verger û Şehba bi cih bûn.

Koçberên Efrînê tevî rewşa zehmet û dorpêça hikûmeta Şamê li dijî wan jî kesên hatine hembêz kirin.

Nîhal Îsa di nava axaftinê xwe de anî ziman ku rêveberiya xweser ji bo barê kesên ku hatine kampa Serdemê sivik bike, alîkarî li wan pelav kirin.