ÊZIDIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ CEJNA XIDIR ILYAS PÎROZ KIRIN
Bi boneya Cejna Xidir Ilyas, Êzidiyên Efrîn û Şehbayê merasîmeke Pîrozbahiyê li dar xistin.
Merasîma pîrozbahiyê li navenda Yekîtiya Êzidiyan a li Şehbayê bi beşdariya gel ,saziyên Rêveberiya Xweser ên Efrîn û Şehbayê pêk hat.
Rojava TV rêûresmên pîrozbahiyê şopand û bi Şêx Zehreddîn Hesen re hevdîtin kir.
Şêx Zehreddîn Hesen li ser merasîma pîrozbahiyê ya îsal û şert û mercên dijwar axivî.