Kanala ROJAVA TV

FORMA DERBARÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DE LI HESEKÊ BI RÊ VE DIÇE

PERWÎN YÛSIF- ENDAMA ENCUMENA GIŞTÎ YA PYD'Ê BEŞDARÊN FORMÊ: RÊBER APO BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA XWE, KOMPLO VALA DERXIST SALIH GEDO- SEKRETERÊ PARTIYA ÇEP A DEMOKRAT A KURD LI SÛRIYÊ

Forma Sûriyê ya der barê Komploya 15′ê Sibatê de bi dirûşmeya “Bi hev re ber bi bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve, li bajarê Hesekê dest pê kir.

Di formê de tekezî li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.

Forma Sûriyê ya derbarê komploya 15’ê sibatê de, vê sibehê di bin dirûşmeya “Bi hev re ber bi bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ve” li bajarê Hesekê dest pê kir.

Form bi sponseriya PYD û bi beşdariya 150 kesayetên siyasî, mafnas, rûspî û serokeşîran bi rê ve diçe.

Di formê de du mijarên ku sedem û faktorên komployê, sekinandina li hemebrî komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO têne nîqaşkirin.

Beşdarên formê tekez dikin ku Rêber APO bi berxwedan û têkoşîna xwe armancên hêzên komploger vala derxistin.

Di formê de tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin û biryar e îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.