PLATFORMA EKOLOJIYÊ YA JINAN DEST BI HEMLEYEKE PÊŞXISTINA EKOLOJIYÊ KIR
Îro Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava bi daxuyaniyekê hemleyek Ekolojî ku dê ji 15′ê Sibatê heta 4′ê Nîsanê bidome, da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev hemle bersivdana hemû kiryarên dagirkerî û tundiya li dijî hebûna xweza, jin, zarok û gelan e.
Bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dikin çolistan û cihê erdhejê em ê daristanan ava bikin” Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava bi daxuyniyekê li bajarê Qamişlo hemleya Ekolojiyê da destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê, armanc ji vê hemleyê, parastina Jîngeh û nûkirina wê bi rêbazeke aştiyane her wiha bilindkirina têkoşîna jîngehê bi têkoşîna 8’ê Adarê re.
Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava 15 gav û armancên hemleya xwe diyar kirin ew jî ev in:
1- Ji bo gihaştina hişmendiya demokratîk û ekolojîk di nava civakê de, wê rêzesemîner û perwerde li ser jîngeh û ekolojiyê li komîn, gund ,navçe û saziyan werin dayîn.
2- Di çarçoveya belavkirina fikrê Rêber Apo li her derê, wê di nava dibistanan de semînerên ekolojî werin dayîn.
3- Ji milê tevgera jinên ciwan de wê xwendina pirtûka Rêber Apo, dayîna semîner û erdkirina belgefiliman ji jinên ciwan re werin meşandin.
4- Wê li Amûdê bexçeyê darê fêkî were avakirin.
5- Li cihê ku jinên têkoşer ji hêla dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin, wê darên tûyan werin çandin.
6- Bi têkilya di navbera ( desteya şaredariyan ,k. perwerdê û zanîngeha Rojava) de wê 3 hezar dar werin çandin.
7- Ji milê komîteya aborî ya Kongra Star ve, projeya darê fêkî bi 3 hezar û 800 dar wê were çandin.
8- Li çend deriyên sînor ji milê TEV-DEM′ê ve wê hijmarek dar werin çandin.
9- Li gundê Jinwar jî dê dar werin çandin.
10- Li navenda dermansaziya jinan jî dê dar werin çandin.
11- Di bin kampanya ‘Her mirovek darek’ de, dê li du navçeyan nêzî 600 werin çandin.
12- Wê nameyek ji bo Dr. Şebnem Korur Fincancî ji milê platforma jinan ve ji ber destekdayîna wê der barê destpêkirina lêpirsînê têkildarî bikaranîna çekîn kîmiyasal li Kurdistanê de were şandin.
13- Foruma jinan bi pêşengiya desteya şaredarî ê jîngehê dê bê lidarxistin.
14- Destpêkirina kampanyaya paqijiyê bi taybet bi zarokan re.
15- Destpêkirina kampanyaya ji hev veqetandina gemarê li 2 komînên kantonên Qamişlo û Hesekê.